Bûyerên salên 2000an bûn hinceta barkirina sindoqên 14 bajarên kurdan
PeyamaKurd - Li 14 bajarên bakurê Kurdistanê 973 sindoqên hilbijartinê bi hinceta ewlekariyê bo deverên din hatin barkirin û cihê wan sindoqan hat guhertin.
Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an cihê sindoqên hin tax û gundewarên bajarên bakurê Kurdistanê guherand û ew bar kirin navendên bajar û bajarokan.
Hat diyarkirin ku bi biryara YSKê ya 6ê Adarê li bajarên Agirî, Batman, Bedlîs, Diyarbekir, Colemêrg, Mûş, Mêrdîn, Qers, Şirnex, Sêrt, Riha û Wanê 973 sindoqên dengdanê ku 96 hezar û 531 kes deng didin hatine barkirin.
YSKê sedema barkirina sindoqan zelal nekir û tenê nebûna ewlekariyê hat nîşandan ku li wan deverên sindoq hatine barkirin, tenê di salên 2000an de hincetên ewlekariyê hatibûn nîşandan.