Çavdêriya Eco ya Iraqê: Rola Kurdistanê di dahata di derveyê petrolê de gelek e
PeyamaKurd – Çavdêriya Eco Iraqê ragihand ku di dîroka Iraqê de, cara yekê ye ku Herêma Kurdistanê di dahata Iraqê ya di derveyê petrolê de, rolekî mezin dileyîze û ev par gihaye %16an.
Çavdêriya Eco ya Iraqê, di seha karên aboriyê yê Iraqê de dixebite. Eco, di civîna çapemeniyê de ragihand ku bi saleye dahata di derveyê petrolê de yê Kurdistanê %5an derbas nebûye lê di meha Gulan û Hezîranê de cara ewiliye ku gihaye %16an. Daxwuyanî weha dewam dike:
“Dahatên navborî cara ewilî di wexta hukumeta Mustafa Kazimî de gihaye %10an, paşî di wexta hukumeta Muhammed Şiya es-Sudani de gihabû îstîqrarê. Herî dawiyê gihaye asta rekorê ya di dîroka Iraqê de.”
Mala Çavdêriyê Eco ragihand ku dahata di derveyê petrolê de, bacên xizmetên malî, alavên hilberînê, xercên giştî, bacên dahatê û serwetê, dahatên transeferê û ji beşên din pêk tê.