TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdaran bi ser malan de girt û gefa valakirina gund xwar

Admin H
Nivîskar
📅 28 hezîran 2020 19:42

PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand, çekdarên girêdayî Tirkiyê, bi ser gundê Til Exder ê rojavayê gundewarên bajarê Girê Spî de girtin û gefa valakirina gund xwarin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan da xuyakirin ku çekdaran ji bo derketina ji gund mohleta çend rojan dane welatiyan û gefa girtinê li kesên gund vala nekin xwarine.

Li gor zanyariyan, li gundê Til Exderê ji 950 malbatan tenê 8 malbat mane ku beriya êrîşên Tirkiyê yên 9 Cotmeha 2019 an hêjmara şêniyên gund 3 hezar û 200 kes bûn, lê niha tenê 32 kes tê de mane û ji wan tê xwestin gund vala bikin û malên xwe bihêlin.

Artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê, li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku hatine dagirkirin, tevî kiryarên nemirovî û binpêkirinan guhertina demografiyayê jî bi awayekî rêkûpêkî berdewam dike û heta niha bi hezaran malbatên çekdaran ên ereb li herêmên Kurdî hatine bicihkirin.

Parve bike: