TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdaran li Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê 18 sivîl desteser kirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 tebax 2023 22:31

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku çekdarên koma Ehrar el-Şerqiye li ser sînorê Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê 18 sivîl desteser kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li Serê Kaniyê çekdarên koma Ehrar el-Şerqiyeyê ya Tirkiye piştevaniya wê dike, 18 sivîl desteser kirin ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Hatiye diyarkirin ku di nav kesên hatine desteserkirin de jin û zarok jî hene û ew birine cihekî nediyar.

Li gorî SOHRê 7ê Tebaxê jî li gundê Mebrûkeyê yê li rojavayê Serê Kaniyê, polîsên leşkerî 8 kes desteser kirine ku dixwestin bi rêya qaçaxçiyan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Parve bike: