TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li Til Temirê welatiyek kust

Ruken güler
Nivîskar
📅 30 îlon 2022 20:00

PeyamaKurd- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku îro li navçeya Til Temirê ya li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve welatiyekî kuştiye.

Di agahiyên hatin dayîn de hat ragihandin ku ji aliyê wan çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve welatiyekî Sûrî yê xelkê Dêrezorê girtiye û jê xwestiye ku ew derbasî nav axa Tirkiyeyê bibe.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat ragihandin ku çekdaran hemû tiştên ku bi wî kesî re bûne, ji destên wî derxistine û ji malbata wî, daxwaza dayîna pereyan kirine lê ji ber ku malbatê pere nedane wan, wan jî ew welatî kuştiye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku wan çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve termê welatiyê ku kuştibûn, havêtine navbera gundên Aliye û Mikaf ên ser bi bajarokê Til Temirê ve.

Parve bike: