Kurdistan
Çekdarên Xutayê li Efrînê hatin bicihkirin!
Çavdêriya Mafên Mirovan ya li Sûriyê ragihand ku çekdar û malbatên ku ji Xutayê têne derxistin, li Efrînê têne bicihkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) eşkere kir ku çekdar û malbatên Feleqa El Rehman ku ji Xutayê têne derxistin, di ser Idlibê re derbasî bajarê Efrînê bûn û li wir hatin bicihkirin.
Ev demeke dirêj e ku Rûsya hewl dide ku Sûriye û çeteyên li Xutayê li hev bikin û wan ji wir derbixin.
Hat îddîakirin ku nêzîkî 200 hezar çekdar û malbatên wan li Efrînê bi cih bûn.