TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cenazeyê rewsenbîrê Kurd ji erebê daxistin û nehistin mele jî nimêja cenaze bike

Admin H
Nivîskar
📅 01 adar 2020 17:32

PeyamaKurd -  Cenazeyê rewşenbîr, nivîskar û helbestvanê Kurd Zeynel Abidîn Han ku 25ê sibatê li Berlîn a Almanya bi sekta dil jiyana xwe dest dabû, ji bo bo axê bê spartin anîn bajarê ku lê jidayik bûye Mûşê.

Wesayîta cenazeyê rewşenbîrê ku bi awayekî bêrêzî pêşî ji aliyê polîsan ve demeke dirêj hat rawestandin û piştre jî bi fermana şaredarê AK Partiyê Feyat Asya yê Vartoyê ku şifêr tehdît kir, ji wesayîtê hat daxistin.

Cenaze piştre bi hewlên malbatê bi wesayîteke din bo cihê were definkirin hatiye veguheztin, lê hat ragihandin ku astengiyên bo cenazeyên Zeynel Abidîn Han berdewam kirine û bi fermana şaredarê Vartoyê ku wekî qeyûm hatiye tayînkirin, herwiha nehiştine mele nimêja cenazeyê jî bike.

Ev helwesta han bû sedema bertekan di nav Kurdan de û gelek kesayetan ew astengî û bêreziya li hember cenazeyê rewşenbîrê Kurd Zeynel Abidîn Han şermezar kir.

 Hat zanîn ku şîniya Zeynel Abidîn Han li mala malbata wî ya Vartoyê hatiye danîn.

Parve bike: