TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cerdevanan rêya HDPîyan birî: 2 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 24 îlon 2019 20:14

PeyamaKurd – Li navçeya Diyarbekir Pasûrê komek kesên çekdar ku li gorî çavkaniyan bixwe cerdevan bûn, êrîşî rêveberên HDPê kirin û 2 kes hatin birîndar kirin.

Li navçeya Pasûrê 12ê îlonê mînîbusek ji aliyê PKKê ve hatibû teqandin û bi hinceta wê teqîna ku 7 kes hatibûn kuştin, hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay yên HDPê hatibûn girtin û piştre jî qeyûm bo şaredariya Pasûrê hatibû tayînkirin.

Îro encûmen û rêveberên HDPê yên Farqîn, Erxenî û Hezroyê bi armanca piştevaniya ji bo encûmên Şaredariya Pasûrê tevlî çalakiya rûniştinê ya li ber HDP’ê bûn. Hat ragihandin ku dema vegera ji çalakiyê 10 kesên çekdar pêşiya wan girtine û êrîşî wan kirine.

Li gorî zanyariyan, wê komê bi dar û jopan êrîşî HDPiyan kir, 2 kes birîndar kirin û camên wesayîtên wan şikandin. 

HDPyî dema ji Pasûrê derketine jî pîqabekê da pey wan û di derketina ji Pasûrê de pîqabê pêşiya wan biriye û êrîşî wan kirine û li gorî kesên rastê êrîşê hatine, êrîşkar cerdevanên gund bûne.  

Parve bike: