TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cesedê mamostê xanesîn li kenarê rê dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 02 nîsan 2022 01:44

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navşa Qarakopriyê li taxa Alîbaba yê cesedê mamosteyê xaneşîn yê Halit Baziki hat dîtin. Şahidên ku li kenarê rê cenazê wî dîtin, xeberê dan polîsan û wezîfedarên tenduristiyê. Cilên li ser mamoste bi xwîn bûn.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê hat dîtin ku ji ber xwînê mamoste Halil Baziki miriye. Paşî cesed şandin morga Tib a Edlî ya bajarê Rihayê. Mamoste Halit Baziki mamostê olê bûye û 73 saliye.

Polîs ji bo girtina kujeran dixebite. Hat ragihandin ku cesed ji erebeyekî derxistine û danîne kenarê rê. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Parve bike: