Kurdistan
Cevad Zerîf wê serdana Bexda û Hewlêrê bike
PeyamaKurd - Li gor agahiyan Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, wê serdana Bexda û Hewlêrê bike.
Ajansa fermî ya Iraqê Ninanews ragihandiye, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, sibê serdana Iraqê dike.
Ajansê daye zanîn, Zerîf dê li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û çend berpirsên din re hevdîtinan pêk bîne.
Herwiha ajansa fermî ya Îranê ÎRNA jî ragihandiye, Zerîf dê serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên Kurdistana Iraqê re hevdîtinan pêk bîne.