Kurdistan
Ceza li hevsaredarê Dêrsimê hat birîn
PeyamaKurd – 6 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulûrê Mustafa Sarigul hat birîn.
Danişîna biryarê ya doza ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin. Nûnerên partiyên siyasî beşdarî danişînê bûn. Parêzeran di danişînê de ji bo miwekîlên xwe beraat xwestin.
Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak birî.
Şaredarê navçeya Pulûrê (Ovacikê) Dêrsimê Mustafa Sarigul jî ku di çarçoveya heman dosyayê de dihat darizandin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh” cezayê girtîgehê li wî jî hat birîn.
Hat diyarkirin ku der barê ceza de ku hatiye dayîn dê li ber şaredariya Dêrsimê daxuyanî bê dayîn.