TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çîn, li konsulxana xwe ya Hewlêrê besa xizmetên vîzê vedike

Admin M
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2023 02:38

PeyamaKurd – Balyozê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun, seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di hevdîtinê de ji Barzanî re ragihand ku ew dixwazin beça vîzê ya konsulxanê li Hewlêrê vekin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; îro serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serkonsulê dewleta Çînê yê Hewlêrê Liu Jun qebûl kiriye.

Barzanî di wezîfa nû ya serkonsul de jê re serkeftinê xwestiye û Barzanî ragihandiye ku wê meqamên Kurdistanê ji bo serkeftina serkonsul an ku ji bo karê xwe bike, ji destê wan çi were dê bikin.

Di hevdîtinê de behsa têkiliyên Çînê û Iraq-Kurdistanê kirine, behsa firehkirina têkiliyan û hevkariyê kirine.

Parve bike: