Civînên asayîkirina rewsa Kerkûkê bi çavdêriya NY dest pê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê civînên gotûbêjên pêkhateyên Kerkûkê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji nû ve dest pê kirin. Di gotûbêjan de, her çar pêkhateyên sereke yên Kerkûkê; Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî cî digirin.
Endamê Komîteya Asayîkirina rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdullah ji BasNewsê re daye xuyakirin ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê demek bû gotûbêjên pêkhateyên Kerkûkê bo normalkirina rewşa bajêr hatibûn sekinandin, lê ev çend roj in wan dîsa dest bi gotûbêjên xwe kiriye.
Şaxewan Ebdullah got, her çar pêkhateyên serekî yên bajêr, kurd, ereb, turkmen û mesîhî tevlî gotûbêjan dibin û ew civîn û gotûbêj bi çavdêriya NY tên kirin. Haya serkirdetiya siyasî ya kurd, serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta Kurdistanê jî jê heye.
Ebdullah anî ziman ku pêşveçûnek baş heye di gotûbêjan de û wiha pê de çû: “Helbet hinek nêrînên cuda hene lê ew jî normal e. Divê her pêkhateyek bi qasî qebareya xwe bibe xwedan pişk di rêvebirina Kerkûkê de. Ereb û turkmen dibêjin bila bo her pêkhateyekî %32 be. Kurd di vê yekê zerermend dibin ji ber ku rêjeya kurdan gelek e. Lê eger em Kerkûkî hizir bikin emê bikarin bigihên rêkeftinê.”