TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cizîr di metirsîyê de ye: Çemê Dicle bi ser ve çû

Admin H
Nivîskar
📅 20 nîsan 2026 16:14

PeyamaKurd - Li navçeya Cizîrê ya Şirnex a bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde û vekirina qapaxên Bendava Ilisûyê, asta ava Çemê Dîcleyê bi awayekî metirsîdar bilind bû. Gelek  park, cihên geştûguzarî û rêyên meşê yên li ber qiraxa çem di bin avê de mane. Ji ber herikîna bilez a avê û heriyê, di nav niştecîhên nêzîkî Pira Cizîrê de tirs çêbû. Şaredariya Cizîrê û AFAD ji bo rêgirtina li karesatên canî û malî, tîmên  şaredarîyê û Afad ê ketin tewgerê .

Wîlayeta Şirnexê û Şaredariya Cizîrê bi ser torên civakî û hoparloran hişyariyên li pey hev dan welatiyan û daxwaz kirin ku tu kes nêzîkî qiraxa çem nebe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber zêdebûna avê, giring e welatî wesayîtên xwe ji perava çem dûr bixin û bi baldarî guh bidin hişyariyan. Rayedaran destnîşan kir ku heta pêvajoya valakirina avê ya ji bendavê bi dawî bibe û baran bisekine, metirsiya lehiyê berdewam dike û divê welatî di lûtkeya amadebaşiyê de bin.

Parve bike: