Kurdistan
Colemêrg | Kesek di otomobîla xwe de kustî hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku duh 17ê Adarê li navçeya Geverê ya Colemêrya ya Bakurê Kurdistanê kesek di nav otomobîla xwe de kuştî hatiye dîtin.
Hat zanîn ku welatiyê bi navê Kajîn Derelî yê 30 salî li ser rêya Gever-Bajêrganê li nêzî bendava Dilimliyê di otomobîla xwe de kuştî hatiye dîtin ku gule li serê wî ketiye.
Hat ragihandin ku termê Kajîn Derelî ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Heta niha sedem û awayê kuştina wî nehatiye zanîn.