Kurdistan
Cotyar Adil, di babetên maasên memûran û Kovid-19 ê de agahiyan da
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Kurdistanê Cotiyar Adil di civîna çapemeniyê de behsa maaaşên memûran û pandemiyê kir. Adil ragihand ku pandemî li herêma Kurdistanê dewam dike û hukumet dixebite da pê re serî derê. Di mijara perwerdê de wê navber heya 07.01.2021 ê dewam bike û paşî heyeta pandemiyê çi biryarê bide dê li gor biryarê tevbigerin.
Cotyar Adil di mijara maaşên memûran de jî axifî û weha got:
"Di nêz de wê hukumet bicive û bo dayîna an parvekirina maaşan biryarê bide.”