CPT: Tirkiye di 2024an de li Herêma Kurdistan û Mûsilê ji 800î zêdetir hêris pêk anîne
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Hêzên Artêşa Tirkiyeyê, li Herêma Kurdistan û Mûsilê, ji destpêka îsal heta niha zêdetirî 800 hêriş pêk anîne û di hêrişan de 8 sivîlan canê xwe ji dest dane.
Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Tîmên Aştîxwazên Krîstiyan (CPT) Kamaran Osman got: "Ji serê salê heta meha Pûşperê, artêşa Tirkiyeyê li dijî axa Herêma Kurdistan û Mûsilê 833 hêriş pêk anîne û di encamê de 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane."
Endamê CPT Kamaran Osman ku çavdêriya operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê dike, daxuyaniyek da Rûdawê.
Osman diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê gelek caran bi sedema hêrişên çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), li deverên çiyayî yên bakurê Herêma Kurdistanêdike hêrişan pêk tîne di derbarê hejmara hêrişên Tirkiyeyê de got: "Parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê bi 365 û 356 hêrişan di rêza yekem, parêzgeha Silêmanî bi 102 hêrişan di rêza duyem û Şengala girêdayî parêzgeha Mûsilê bi 10 hêrişan di rêza sêyem de ye."
Endamê CPTê Kamaran Osman da zanîn ku ji ber şer û pevçûnan gelek malbat neçar mane ku malên xwe yên li gundên bi taybet parêzgeha Duhokê ya nêzîkî sînorê Tirkiyê biterikînin û diyar kir ku ev gund hemû hatine valakirin.
Di rapora Parlamena Herêma Kurdistanê ya ku di sala 2020an de hat weşandin de hatibû diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnên navbera hêzên artêşa Tirkiye û PKKê de zêdetirî 500 gundên herêmê hatine valakirin.
Li gorî daneyên CPTê, artêşa Tirkiyeyê, di 2023an de li Herêma Kurdistan û parêzgeha Mûsilê, bi giştî hezar û 586 hêriş pêk anîne.irki