TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çûn û hata navbera bajarên Kurdistanê hat qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 adar 2020 04:47

PeyamaKurd- Bi sedema belavbûna koronavîrusê li herêma Rojhilata Navîn, hukumeta herêma Kurdistanê bo tedbîrgirtinê çûn û hata navbera bajaran, heya biryareka dinê qedexe kir. Komîsyona Têkoşîna bi Koronavîrusê re ya Kurdistanê civînekî pêkanî û piştî civînê ragihand ku çûn û hata navbera bajarên Kurdistanê hatiye qedexekirin. Yên ku di derveyê qedexeyê de ne, diplomat, nûnerên rêxistinên navdewletî, hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê ne.

Biryarname bi awayeka nivîskî hat ragihandin ku çûn û hata di deriyên navbera Kurdistan û Îranê de yên Başmax, Perwîzxan û Hacî Umranê wê bo wan sînorekî deynin. Her weha çûn û hata navbera bajarên Iraqê û Kurdistanê jî hat rawestandin.

Welatiyên Kurdistanê yên ku li Îranê ne, divê heya 16 ê adarê dagerin. Eger heya 16 ê nîsanê dabegerin, wê heya 1 ê nîsanê li wê derê bimînin.

Dibe ku seferên ji balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê bo Bexdayê, di demên pêşiya me de bên rawestandin.

Parve bike: