Dabeskirina mûçeyan dê li gor pergala nû bê kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Darayiya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand ku ewê mûçeyên fermanberên herdu wezaretan (Perwerde û Tendirustiyê) bi sîstema nû ya kêmkirinê dabeş bikin.
Wezîrê Darayî û Aboriya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand ku ewê mûçeyên fermanberên herdû wezaretên perwerde û tendirustiyê bi sîstema nû dabeş bikin.
Wezîrê Darayiyê diyar kir ku ew li gel wezîrên Perwerde û Tendirustiyê axiviye û ji wan xwestiye ku li gorî pergala nû ya paşeketkirinê, di vê hefteyê de, lîstên mûçeyan amade bikin.
Herwiha ji tevahiya wezaretên din jî xwestiye ku ew jî lîstên mûçeyên fermanberên xwe, li gorî sîstema nû ya paşeketiyê amade bikin.
Rêbaz Hemlan eşkere kir ku wezareta samanên siruştî, beşek ji dahata xwe dabîn kiriye da ku wek mûçeyên fermanberan bê dabeşkirin.