Kurdistan
Dadgeh biryara girtina Hatip Dicle da
PeyamaKurd- Rojnama bi navê Özgür Gündem ku bûbû mijara dadgehê û doz lê hatibû vekirin, di celaseya îro de, biryara girtina parlementerê berê Hatip Dicle da. Di dozê de rêvebirên weşanê yê giştî Huseyin Akyol, Zana Kaya û İnan Kızılkaya jî hene, îro di Dadgeha Asliye Ceza ya 2. Ya Îstenbolê de celsa wan dewam kir.
Sûcê ku dadgeh bo wan îsnad dike “kêmxistina hukumet, dadgehên Tirkiyê û rêxistina asayîşa Tirkiyê” û “kêmxistina milletê Tirk û meclisa Tirkiyê” ne.
Hatip Dicle ne li Tirkiyê ye û bi sedema nebûna wî û sûcên ku bi bal wî de didin, dadgeh biryara girtina wî da.