Dadgeha Ewropayê ji bo Baydemir Tirkiye ceza kir
PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana Osman Baydemir a ji bo dozeke sala 2006an bi encam kir û Tirkiye bi dayîna 3 hezar û 975 euro tezmînatê ceza kir.
Dadgeha Tirkiyê ji ber dozeke li ser axaftineke di dozekê de di navbera Tirkiye û şaredarê berêan a Şaredarê berê yê Diyarbekirê Osman Baydemîr, bi hinceta du sivîl di xwepêşandanan de hatine kuştin doz vekiribû û di encama dozê de sala 2010an 2 meh cezayê girtîgehê li Baydemir hatibû birîn.
Parêzera Osman Baydemîr Reyhan Yalçindag Baydemir, serî DMMEyê dabû û Dadgeha Ewropayê jî serlêdana Baydemir mafdar dît û bi hinceta derbirina azadiya ramanê ji aliyê dadgeh û hikûmeta Tirkiyê ve hatiye binpêkirin ceza da Tirkiyê.
DMMEyê herwiha biryar da ku hikûmeta Tirkiyê 3 hezar û 975 euro tevî mesrefên dadgehê bide Baydemîr.