Dadgeha Kerkûkê cardin doza cotkarê Kurd bipaş xist
PeyamaKurd - Dadgeha Kerkûkê bo carên 29 û 30î rûniştina girêdayî dosyeya Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn ku rastî êrîşa hêzên artêşa Iraqê li nav zeviyê xwe hatibû, bi rê ve dibe.
Ev zext û gavên dadgehê di demekê de ne ku gilînameyên wî yên li dijî artêşa Iraqê hatine cemidandin û tenê gilînameyên fermandar û leşkerên Iraqî yên li dijî wî tên şopandin, ku ev yek bûye sedem rûniştinên dadgehê careke din bêne paşxistin.
Bûyer vedigere 17ê Sibata 2025an ku li gundê Şenaxeyê hêzeke artêşa Iraqê rê li Mihemed Emîn girtibû û leşkerekî bi awayekî kirêt sivakatî bi wî kiribû.
Dîmenên vê êrîşê yên ku di kameraya televizyonê de hatibûn tomarkirin li navxwe û navneteweyî dengvedaneke mezin çêkiribû.
Tevî hemû zext û gefên ji bo vekişandina gilînameyê, Mihemed Emîn tekez dike ku ew ê heta dawiyê berevaniyê ji maf û zeviyên xwe bike.