TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgeha Silêmaniyê cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî birî

Admin H
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2026 13:16

PeyamaKurd - Dadgeha Duyem a Tawanan a Silêmaniyê îro (15ê Cotmeha 2026an) derbarê Serokê Hevpeymaniya "Bereya Gel" Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad Şêx Cengî û hejmarek girtiyên din ên dosyeya bûyera "Otêla Lalezar" de biryara girtîgehê eşkere kir.

Di çarçoveya dadgehkirina li gorî madeya 56emîn a Yasaya Cezayan a Iraqê de, dadgehê cezayê 5 sal û 3 meh girtîgeh li Lahûr Şêx Cengî û 3 sal û 6 meh girtîgeh li Polad Şêx Cengî û sê kesên din birî, du girtî jî hatin azadkirin.

Bûyerên Otêla Lalezarê vedigerin berbanga 22yê Tebaxa 2025an, dema ku hêzên Komando û Dijeterorê yên YNKê li bajarê Silêmaniyê bi ser wê hotêlê de girtin û piştî 4 saetan şer û pevçûnên çekdarî yên giran, Lahûr Şêx Cengî û bi dehan kesên pê re hatibûn desteserkirin.

Parve bike: