Kurdistan
Dadgehê 29 sal cezayê Kisanak û Tuncelê hilwesand
PeyamaKurd – Dadgeha Entabê (Dîlok) cezayê girtîgehê yê 29 salan ku bo Hevseroka Berê ya HDPê Gultan Kişanak û Hevseroka DSPê Sebahat Tuncel hatibû dayîn, hilweşand.
Li gorî biryara Dadgeha Herêmî ya Adliyeya Dîlokê Daîreya Cezayê ya 18emîn, biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Meletiyê ku 29 sal ceza dabû Kişanak û Tuncelê hat betalkirin û biryar hat dayîn darizandin ji nû ve bê kirin.
Tuncel û Kişanak bi hinceta ‘endamtî û propagandaya terorê’ zêdetirî du sal in di girtîgehê de ne.
Herwiha dadgehê ligel vê birayara hilweşandina cezayê wan jî daxwaza tehliyekirina Tuncel û Kişanak a parêzeran red kir.