TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Lutfî Baksî

Admin H
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 17:18

PeyamaKurd – Di doza Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) Lutfî Baksî de, dadgeha Diyarbekirê biryara cezakirinê da.

Hat ragihandin, di rûniştina doza Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) Lutfu Baksi de ku 11emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê birêve çû, bi hinceta çûye avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û endamtî û propagandaya rêxistinê ,6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Hat zanîn ku Baksî beşdarî rûniştina dadgehê nebûye, lê parêzera wî Ferîde Laçîn parastina wî kiriye.

Parve bike: