Kurdistan
DAIS êrîsî gûndê Xaneqînê kir
PeyamaKurd - Çeteyeên DAIŞ’ê careke din êrîşî gundekî navçeya Xaneqînê ya Diyale kir û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû.
Şevê din saet 22.30’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Yusif Beg ê navçeya Xaneqînê ya Diyale kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşa Xaneqînê hatine girtin, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gund de pêşmergeyê bi navê Ebas Hisên ê 34 salî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxanê. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîşê reviyan e. Ji serê salê ve ev çend carin çeteyên DAIŞ’ê li herêma Xaneqînê êrîşî gundan dikin.