TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê bi 2 çêlekên bombebarkirî êrîs kir

Admin H
Nivîskar
📅 01 îlon 2019 12:40

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê cara ewil êrîşeke xwe bi çêlekan kir û du çêlekên bombebarkî ji dûr ve teqandin.

Fermandarekî ji artêşa Iraqê Serbaz Ekrem el Abidî ji medyayê re ragihand ku terorîstên DAIŞê li gundê Celawla yê Diyaleyê du çêlekên bombebarkirî ji dûr ve teqandine û di encama wê êrîşê de kesek birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye, ev demek e DAIŞê dîsa êrîşên xwe li rojhilatê Diyale, Selahedîn û Kerkûkê zêde kirine û êrîşan encam dide.

Parve bike: