TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê bi hawinan êrîsî Qeretepe kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 îlon 2021 01:37

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku îro 26ê Îlonê çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê bi çend hawinan êrîşî nehiya Qeretepe ya qezaya Xaneqînê kir.

Li gorî zanyariyan 5 guleyên hawinan ên terorîstên DAIŞê li nehiya Qeretepe ketine ku ti ziyaneke canî di encamê de çênebûye.

Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de terorîstên DAIŞê li nehiya Qeretepe çalak bûne û rojane kiryarên terorîstî dikin û hêzên ewlekariya Iraqê nikarin pêşiya wan bigirin.

Parve bike: