Kurdistan
DAISê li Kerkûkê 2 stûnên elektirîkê teqand
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li sînorê bajarokê Dûbizê li parêzgeha Kerkûkê, 2 stunên din ê elektirîka niştimanî teqandin.
Berpirsê Ragihanda Tora Karebaya Kerkûkê Elî Kerem daye zanîn, êvara roja Yekşemê 15.08.2021ê çekdarên DAIŞê li sînorê her du gundêm Şîrnaw û Çexmaxe yê ser bi bajarokê Dûbiz 2 stûnên elektirîka niştimanî teqandine.
Herwiha Elî Kerem diyar kiriye, ew xeta karebayê xeta karebaya Hewlêr û Kerkûkê bûye.
Di berdewamiyê jî de Elî Kerem amaje bi wê yekê jî dike, di meha borî de terorîstên DAIŞê 20 stûnên elektirîkê teqandine.