TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê li Kerkûkê êrîs kir, polîsê Iraqê alîkarî xwest

Admin S
Nivîskar
📅 14 mijdar 2018 19:04

Peyamakurd - Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li Kerkûkê vê sibehê 14ê Mijdarê êrîşî ser Polîsê Federalî kirine û piştî şer û pevçûnên giran Polîsê Federalî ji hêzên Iraqê daxwaza alîkariyê kirine.

Li gor çavkaniyên medya Iraqê êrîşa DAIŞê îro ber destê sibê li taxa Pîşesazî ya Kerkûkê bi ser hêzên Polîsê Federalî de pêk hatiye û şerekî giran rû daye.

Jêderan ragihand ku ji ber giraniya şer, hêzên Polîsê Federalî daxwaz ji hêzên Iraqî kirin da ku bi alîkariya wan ve werin.

Derbarê ziyanên êrîşa DAIŞê de hîn ti zanyarî nehatine belavkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, çekdarên DAIŞê du roj berê jî li rojavayê bajaroka Keramê ya parêzgeha Enbarê êrîşî ser mala efserekî Heşda Eşîran kiribû ku di wê êrîşê de efser û 8 çekdar hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bibûn.

Parve bike: