TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê mirina Bexdadî qebûl kir û li sûna wî xelîfeyê nû destnîsan kir

Admin H
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2019 23:48

PeyamaKurd - Rêxistina terorîst DAIŞê kuştina serokê xwe Ebubekir el Bexdadî û Berdevkê DAIŞê Hesen Muhacir ragihand û li şûna Bexdadî jî wekî xelîfeyê nû yê rêxistinê Ebû Îbrahîm el Haşimî destnîşan kir.

Rêxistina terorîst DAIŞê li ser ajansa Amaqê û Telegramê bi daxuyaniyeke dengî kuştina Bexdadî û Berdevkê DAIŞê Ebû Hesen el Muhacir piştrast kir û got, “Wê tola wî bê standin.”

Bexdadî 27ê Cotmehê bi operasyoneke taybet a hêzên Amerîkayê li gundekî Idlibê yê nêzîkî Tirkiyê hatibû kuştin. Herwiha piştî rojekê HSDê jî ragihandibû ku Berdevkê DAIŞê Muhacir jî bi operasyoneke taybet hatiye kuştin.

Parve bike: