Dane: Tirkîye û Îsraîl bazarê xwes dikin
Peyama Kurd – Her çend ji ber meşandina operasyonên leşkerî yên li Xezzeyê, hikûmeta Tirkîyeyê li dijî Îsraîlê rikberîyeke tûnd bike jî daneyên danûstandinên bazirganî berovajîyê vê rewşê dibêjin.
Li gorî daneyên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkîyeyê, di meha Kanûnê ya 2023yan de hinardeya Tirkiyeyê ya ji Îsraîlê re ji sedî 31 zêde bûye.
Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, daneyên xwe yên bazirganiya derve yên 2023yan meh bi meh aşkere kirin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat di 7ê Mijdara 2023yan de ragihandibû ku piştî şerê Xezeyê yê 7ê Cotmehê bazirganiya wan a bi Îsraîlê re ji sedî 50 daketiye. Lê bele di Kanûna 2023yan de hinardeya Tirkiyeyê li gorî Mijdara 2023yan ji sedî 31 zêde bûye.
Lil gor daneyên Wezareta Bazirganîyê ya Tirkiyeyê, di meha Mijdara 2023yan de bi 301 milyon û 499 hezar û 83 dolaran kelûpel hinardeyî Îsraîlê kirîye.
Di Mijdara 2023yan de hinardeya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re ji sedî 31 zêde bûye û gihîştiye 393 milyon û 293 hezar û 78 dolaran.
Tirkiyeyê sala 2023yan bi giştî bi 5 milyar û 93 milyon û 147 hezar dolaran mal hinardeyîl Îsraîlê kirîye.
Tirkiyeyê sala 2023yan herî zêde bi 883 milyon û 27 hezar û 65 dolaran bûjena pola hinartiye Îsraîlê.
Her wiha bi 593 milyon û 792 hezar û 45 dolaran bûjenên kîmyewî û bi 557 milyon û 90 hezar û 24 dolaran jî kelûpelên otomobêlan hinardeyî Îsraîlê kirîye.