Kurdistan
Dayika Kurd a 90 salî di 10 rojan de zora koronayê bir
PeyamaKurd – Li navçeya Farqînê ya Diyarbekir a bakurê Kurdistanê pîrejineke 90 salî ya dayika 8 zarokan 15ê Nîsanê bi nexweşiya vîrusa koronayê ket.
Piştî peydebûna nîşaneyên Covid-19 pîrejina bi navê Cemîle Kiliç radikin nexweşxaneya Zanîngeha Diyarbekirê ku ji 15ê meha Nîsanê ve di bin çavdêriya pizîşkî de dimîne.
Hat ragihandin piştî testa pîrejina Kurd a Covid-19 pozîtîf derdikeve li Nexweşxaneya Pandemiyê ya Zanîngeha Dîcleyê tê razandin û di nav 10 rojan de ji wê nexweşiyê pak dibe.
Doh 25ê Nîsanê tedawiya Cemîle Kiliç xilas bû û xebatkarên nexweşxaneyê ew bi çepikan şandin mal.