TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema namzedbûnê bo Serokatiya Herêma Kurdistanê bidawî bû

📅 15 gulan 2019 16:11

PeyamaKurd - Dema xwe namzedbûnê ji 12ê vê mehê destpê kiribû. Li gorî agahiyan, di mawayê sê rojan de 7 kes bûne namzed lê heta niha tenê 5 kesan belge û CVyên xwe gihandine serokatiya parlementoya Kurdistanê.

Li gorî rêbaz û qanûnên Kurdistanê, heta du rojan mohlet hatiye dayîn bo wan kesên ku bixwazin bertek nîşan bidin. Piştî wê mohletê serok dê di nav sê rojan de û ji aliyê parlementoyê ve bê hilbijartin.

Di nav namzedan de şansê namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji hemiyan zêdetir e. Ji ber ku ew di heman demê de namzedê YNK û Goranê ye jî.

Tê texmînkirin ku Nêçîrvan Barzanî bi 90 dengan bibe serokê nû yê Herêma Kurdistanê.

Parve bike: