Kurdistan
Dema qedexeya derketina derve li Kurdistanê hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Di çarçoveya tevdîrên li dijî virusa koronayê (Covid-19) qedexeya derketine derve hatibû ragihandin û ev dem heya 16ê Nîsanê hatiye dirêjkirin.
Îro înê (10.04.2020) bi fermana wezîrê navxwe dema qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adarê ve di meriyetê de heya 16ê Nîsanê hatiye dirêjkirin.
Li seranserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 324 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 136 kes jî baş bûne.