TR KU SO
FB X
Kurdistan

Demirtas: “DEM Partî payanda ti kesî nîne”

Admin M
Nivîskar
📅 06 sibat 2024 01:39

PeyamaKurd – Serkê Partiya DEPê yê berê ku niha di zîndana Edirne de girtiye, Selahahttin Demirtaş li ser hilbijartinên mehellî axifî û got:

“DEM Partî payanda ti kesî nîne.”

Parlementerê bajarê Agiriyê yê DEM Partiyê Sırrı Sakık jî li Edirnê seredana Selahattin Demirtaş kir, li ser stratejiya hilbijartinên mehellî bi Demirtaş re axifî û balê da ser stenbolê û got:

“Wendakirina hilbijartinê ya İmamoğlu pirsgirêka me nîne. Weke fikra min ya taybet; di 2 hilbijatinan de me dengên xwe da CHPê lê li hemberê êrîşên ser me de, ji bilî yek an du bertekên qels ti bertek nîşan nedan. Li ser mijarê dengdêrên me bertekekî ji dil nîşanî me didin. Me bi wan re ti peyman îmze nekir. Em ne benda tiştekî bûn. Me tenê demokrasiyê xwest.

Em niha bi namzedên xwe dikevin hilbijartinan. Dibêjin wê İmamoğlu wenda bike. Ev pirsgirêka me nîne. Ji bo me ya girîng wendakirin an qezenckirina du blokan ku dişuhibin hev nîne. Ji bo me tişta girîng weka rêya sêyem ku diyaseta demokrasiyê pêşde here.

Me destekê da CHPê û xeyalên me şikestin. Me dît ku CHP nijadperest û dijminên Kurdan daye dora xwe, di şaredariyan de ti mafekî nedaye Kurdan û bûne baxçê İYİ Partî û MHPê.

Parve bike: