TR KU SO
FB X
Kurdistan

Demirtas li ser êrîsa ser HDPê û kustina Denîz Poyraz peyamek wesand

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2021 18:30

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku li girtîgeha Edirneyê girtî ye, derbarê êrîşa ser avahiya HDPê ya kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz de peyamek belav kir û got, em failan nas dikin, mebesta wan dizanin.

Demirtaş di peyama xwe de sersaxî ji malbata Denîz Poyraz û gelê Kurd re xwest û got: "Êşa me mezin e lê hêvî û xweragiriya me mezintir e. Em failan nas dikin, mebesta wan dizanin. Loma jî emê di hêrsa xwe de têk neçin û qet dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna aştiyê bernedin.  Rêya pêşîgirtina provokasyonan mezinkirina têkoşîna demokrasiyê û hevgirtin e.”

Parve bike: