TR KU SO
FB X
Kurdistan

Derbarê hevserokê HDPê Temelli da lêpirsînê ‘terorê’ dan destpê kirin

📅 19 adar 2019 16:20

PeyamaKurd - Serdozgerîya Komarîyê ya Dêrsîmê derbarê hevserokê HDPê Sezai Temelli da bi hinceta ku propagandaya ‘rêxistina terorê’ kiriye lêpirsîn da destpêkirin.

Lêpirsîn ji ber axaftina Sezai Temelli ya 31ê meha borî ya li Dêrsîmê di çarçoveya danasîna namzetan da kiriye, hat vekirin.

Dozgerîyê bi hinceta ku Temelli di axaftina xwe da pesnê Serokê PKKê Abdullah Ocalan daye û ‘propagandaya rêxistina terorê’ kiriye lêpirsin da destpêkirin û xwest ku destnewerdana wî were rakirin. Dosyeya hatîya hazirkirin bo Serdozgerîya Komarîyê ya Enqerê hat şandin.

Herweha derbarê hevserokê giştî ya DBPê Halide Turkoglu ku beşdarî heman civînê bûbû da jî, bi heman hinceta lêpirsin hat vekirin.

Parve bike: