TR KU SO
FB X
Kurdistan

Derbarê Kerkûkê de projeyeke nû tê amade kirin

📅 03 cotmeh 2019 16:55

PeyamaKurd - Îro Pêncşemê (03.10.2019) Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê, semînera niştimanî li ser pirsa Kerkûkê dike û wek sembola navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê birêve diçe.

Panel û semînerên ku guftûgo li ser tê kirin, berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê jî tê de beşdar in.

'DÊ ENCAMÊN GUFTUGOYÊN PANELÊ BIBIN PROJEYEKÊ Û BO HIKÛMETA KURDISTANÊ JÎ BÊNE PÊŞNIYARKIRIN'

Pêşniyar û guftûgoyên panelê dê bibin projeyek û dê ji hikûmeta herêma Kurdistanê re bên dayîn, bo guftûgokirina li ser çarenûsa pirsa Kerkûkê.

Di wê panelê de hemû beşdaran axaftinê dikin û ew têbinî dê bibin projeyek û piştî hatin rêxistin kirin dê ji hikûmeta herêma Kurdistanê re bên dayîn.

Parve bike: