TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Hacî Omeran piştî 4 mehan ji kolberan re hate vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2026 17:06

PeyamaKurd - Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê ku li ser xeta sînor a di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ye, piştî ku nêzîkî 4 mehan girtî ma ji nû ve ji bo kolberan hat vekirin.

Bi vekirina derî re, bi sedan kolberên ku barên giran hildigirin hatin ber sînor daku debara malbatên xwe bikin.

Deriyê sînorî ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û aloziyên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de hatibû girtin û di vê heyamê de kolberan ji ber bêkarî û nebûna dahatê zehmetiyên mezin ên aborî dîtin.

Hêjayî gotinê ye, krîza aborî û bihabûna jiyanê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, barê ser milê kolberan hîn giran kiriye ku xelk niha nikare kelûpelên bingehîn jî peyda bike.

Li gorî zanyariyan, li ser vê xetê zêdetirî 10 hezar kolberên qeydkirî hene û beriya girtinê rojane nêzîkî 2 hezar kesî sînor derbas dikir, lê niha tenê destûr ji bo 500 kolberan tê dayîn. Kolberên ku mafê derbaskirinê bi dest dixin, bi piranî berhemên tekstîlê, kelûpelên kozmetîkê û parçeyên otomobîlan di navbera her du aliyan de vediguhêzin.

Parve bike: