TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Sêmalka bi Şamê re entegre dibe: Bacên gumrikê zêde dibin

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2026 13:39

PeyamaKurd - Rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalkayê (Pêşabûr) ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye ragihand,  vê hefteyê dê sîstemeke nû ya gumrikê li deriyê sînor tê bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên deriyê sînor ê Sêmalkayê, ji bo bicihanîna sîstemeke nû ya gumrikê amadekarî têne kirin.

Rêveberên deriyê Sêmalkayê dane zanîn ku sîstema nû bi navê “Koordînator” e û agahî dane ku sîstema nû di çarçoveya bicihanîna peymana entegrasyonê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tê bicihanîn.

Hate diyarkirin ku sîstema nû ya gumrikê dê vê hefteyê were pêkanîn û dibe ev sîstem bibe sedema bilindbûna bacên gumrikê û di encamê de bihayên kelûpelan bilind bibin.

Parve bike: