TR KU SO
FB X
Kurdistan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser: 97 kesên din bi Koronayê ketin

Admin L
Nivîskar
📅 18 sibat 2022 13:59

PeyamaKurd Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser do derengiya şevê amarên nû yên vîrûsa Koronayê ragihand û diyar kir, di 24 saetên borî de 97 kesên din bi Koronayê ketin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di 24 saetên borî de 97 kes bi Koronayê ketine, lê tu kesan ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) can nedane û 7 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38214 kesan, ji wan jî 1539 kesan jî can dane. Herwiha heta niha 2543 kes ji vîrûsa Koronayê rizgar bûne.

Parve bike: