Kurdistan
Dewleta Tirkiyê avahiyên nû yên mêtîngeriyê li Efrînê ava dike
PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê, avahiyên nû yên mêtîngeriyê li navçeya Şera ya Efrînê ava dikin.
Li gor hat eşkerekrin, dewleta Tirkiyê li ser rêya di navbera gundê Cema û navçeya Şerayê, dest bi lêkirina avahiyên nû yên mêtîngeriyê kiriye.
Hat zanîn, dewleta Tirk bi lêkirina van avahiyan dixwaze hejmarek mezin a kesên biyanî û malbatên çekdaran lê bi cih bike.