Kurdistan
Dewriyeya Rûs-Tirk rastî êrîsa çekdarên cîhadî hat
PeyamaKurd – Îro 8ê Nîsanê di çarçoveya rêkeftina Moskowê ya agirbesta Idlibê de, hêzên Tirk û Rûs xwestin dewriyeya xwe ya sêyemîn li ser rêya M4 bigerînin ku beriya niha ji aliyê komên çekdarên cîhadî ve hatibû astengkirin.
Li gorî rêkeftina Moskowê ya 5ê Adarê diviyabû rêya M4 (Heleb-Lazqiyê) vebe û dewriyên hevbeş yên Rûs û Tirk dest pê bikin.
Rê vebû û heya astekê dewriyên Rûsî-Tirkî pêk hatin, lê di herdu dewriyeyên ewil de jî çekdarên cîhadî yên girêdayî Tirkiyê li dijî wan derdiketin û rêya wan asteng dikirin.
Di dewriyeya îro ya ser rêya M4 de jî çekdarên tundrew ên cîhadî pêşiya karwana dewriyeya Rûs-Tirk girt û bi keviran ve êrîşî wan kirin.