Dezga Têkoşîna bi Terorê ya Iraqê li ser pevçûna li Kerkûkê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Dezga Têkoşîna bi Terorê ya Iraqê, li ser pevçûna li Kerkûkê qewimî bû ku 2 kesên sîvîl yiyana xwe ji dest dabûn û 4 xebatkarên dezgeyê birîndar bûbûn, daxwuyaniyekî da.
Daxwuyanî îro an ku di 1ê Cotmehê 2026an de bi nivîskî hat dayîn. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li taxekî qelebalix ya Kerkûkê, 2 kesên terorîst yên endamê rêxistinekî çekdar xistine bin şopandinê. Li ser yekî ji wan êlekê bombe barkirî tesbît kirine.
Di wexta operasyona li ser her dû terorîstan de, şer derketiye û daxwuyanî weha dewam dike:
“Di encama şer de yek ji terorîstan hat kuştin û yê din bi saxî ket dest. Mixabin di wexta şer de 2 welatiyên me yên sîvîl mirin û 4 xebatkarên dezga li dijî terorê birîndar bûn.”
Piştî rûdanê, ji bo lêpirsîna li ser meselê komisyona lêpirsînê hat danîn bê di wexta operasyonê de îhmal an qelsiyekî ewlehiyê heye an na, dê vekolin.
Di pey rûdanê de, serfermandarê artêşa Iraqê ji bo kesên can dane sersaxiyê da malbatên wan û xemgîniya xwe ragihand, ji bo birîndaran jî şîfayê xwest.
Di daxwuyaniyê da hat gotin ku dê lêpirsîn bi zelalî bimeşe, pêdiviyên qanûn û hûqûqê çi bin, dê bicîh werin û parastina can û malê welatiyan berya her tiştiye.