Kurdistan
Di 16 û 17 ê nîsanê de ji Diyarbekirê balafir dê nefirin
PeyamaKurd- Bi sedema tamîra balafirgeha Diyarbekirê, wê di 16 û 17 ê nîsanê de ji balafirgeha Diyarbekirê seferên balafiran neyên kirin. Li gor ragihandina parêgeha Diyarbekirê tevî ku wê di her dû rojan de balafir ji balafirgehê ranebin jî, ji 12 ê nîsanê heya 30 yê gulanê, siet di navbera 11.30 û 16.30 an de jî bi sedema ku di pîsta balafiran de xebata tamîrê hebe, wê di navbera wan sietan de sefer tinebin.
Li gor beyana jorê şîrketên rêya hewayî li gor van agahiyan wextê xwe eyar kirine û bila rêwî jî bizanibin da mexdûr nebin.