TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di bin blokên betona 15 tonê de man: 1 mir û 1 birîndar bû

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 13:09

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Peyasê (kayapınar) li gundê Şadiya (Kaldırım) dema blokên betonê ya 15 tonî danîn şantiya înşaatê, di encama qelibandina wan de karkerekî mir û yek jî birîndar bû. Li ser rûdanê lêpirsîn dan destpêkirin.

Bloken beton bi alîkariya vîncan datanîn û dema karker xwe didan hev, blok ketin û karker di bin blokan de man. Dema tîmên cendirme û tenduristiyê gihan ciyê rûdanê, dîtin ku Faydat Avcı (55) miriye û H.Y. giran birîndar e.

Birîndarê giran birin nexweşxanê da derman bikin û cesedê Faydat Avcı dê bişînin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê.

Parve bike: