TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di çûnûhatê de li ser rêya Bismilê 13 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 13 nîsan 2024 02:15

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Diyarbekir û navça Bismilê kamyonetekî û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 13 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarokin.

Li ser bûyerê, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanan. Hat gotin ku ji aliyê talûka jiyanê de başin.

Parve bike: