Di deriyê Îbrahîm Xelîl de dê 3 meh derman û xwurek herin
PeyamaKurd – Dezga Rêbebiriya Gumrika Giştî ya Iraqê biryarê da ku di ser deriyê Îbrahîm Xelîl de, ji bo îtxalata derman û xidayê ji bo 3 mehan îznê da.
Wê sîstema teslîmkiirna berê bêkirin û ji hev veqetandina ewraqên wan paşî bêkirin. Hat gotin ku ev ji ber girtina Buhira Hurmizêye ku Bexda rê daye deriyê Îbrahîm Xelîl.
Rayedarê giştî yê gumrika Iraqê Samer Qasim Dawud ragihand ku ev biryar ji bo 3 mehan be an ku heya 31ê Gulanê be.
Malên ku di gumrikê de derbas bibin, wê gumrika wan pêşîn bidin û berya perên xwe bistînin, wê perê bacê û gumrikê bidin. Dê ev pere bikeve hesabê bankayê yê Rêvebiriya Giştî ya Dezga Gumrikê û Rêvebiriya Baca Giştî ya Iraqê.
Hukumeta Ferdal ya Iraqê di 25.11.2025an de qanûnekî derxistibû ku bazirgan malê îtxal bikin, wê berê baca wan û perê gumrika wan bidin û di ser sîstema ASYCUDA de, kodekî distînin û malên xwe di deriyan de derbas dikin.
Ev sîstema navborî ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê zahmet e, prosedurên wê girane û ji ber sîstema ASYCUDA heya niha li Herêma Kurdistanê nahatiye bicîhanîn, bazirgan seredana dolarên banka navendî nakin.
Li ser mijarê rêvebirê Ark Starê yêşîrketa neqliyê yê navdewletî Hami Herki bo Rûdawê gotiye:
“Ev sîstem ji ber Buhira Hurmizê girtiye û berê îtxalata dermanan di ser lîmanan de dihat kirin, ji bo ber li nebûna xida û deranan bigrin, danîn. Berhemên weha berê di ser lîmanan de dihatin kirîn. Bazirganên Iraqê berê di ser sîstema ASYCUDA de, di ser deriyê Îbrahîm Xelîl de îtxalata xida û dermanan nedikirin.”
Eger bazirganên Kurdistanê di deriyê Îbrahîm Xelîl de derman û xidayan derbas dikin, divê gumrikê bidin Herêma Kurdistanê û hem bidin Iraqê jî.