TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di êrîsa DAISê de 2 polîsên Iraqê hatin kustin, yek jî birîndar bû

Admin H
Nivîskar
📅 27 hezîran 2021 18:22

PeyamaKurd - Li rojavayê Kerkûkê di encama teqîna mayîneke terorîstên DAIŞê de, 2 polîsên Iraqê hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê sibehê di êrîşeke terorîstên DAIŞê de 2 polîsên Iraqê hatine kuştin ku ew êrîş li nêzîkî gundê Selam ê nehiya Reşad a Hewîce ya qezaya Daqûqê rû daye.

Hat zanîn, piştî hêza polîs rastî êrîşê hatiye hêzeke din xwestiye biçe cihê bûyerê ku ew hêz jî rastî êrîşekê mayînê bûye û mayîneke çandî bi wê hêzê de teqiyaye. Di encama wê teqînê de jî polîsek birîndar bûye.

Parve bike: